SerekeSîyasî

Dêmîrt’aş bi r’ewa navnet’ewîva hatîye xelatkirinê

Şuxulk’arê  sîyasîyî k’urd, yê ku li h’ebsêdane, usa jî h’emsedirê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê, Salh’edîn Dêmîrt’aş layîqî r’ewa nanet’ewî bûye. K’ulfeta Dêmîrt’aş Basak Dêmîrt’aş 15-ê mijdarê t’evî heytehola t’eslîmkirina r’ewayê bûye, ya ku li Stokholmê derbaz bûye, ew r’ewa stendîye.Dêmîrt’aş ji mijdara sala 2O16-da h’ebsêdane.T’irk’îya lîdêrê k’urd wa gotî nava heleqetîyên têr’orîstada gunek’ar dike, k’îjanê Enqere bona şer’k’arîya sîyasî çawa me’nî dide xebatê. “Minê bixwesta vê r’ewayê p’êşk’êşî h’emû miletên T’irk’îyaê bikim, berê e’wlin berxudana k’urda û t’irka.Minê bixwesta ev r’ewa ji navê girtîyên sîyasîye li T’irk’îyaê qebûl bikira”,-Dêmîrt’aş nava ne’mêda nivîsîye, ya ku wextê heytehola r’ewakirinê hatîye xwendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button