H’emû nûçe

R’ûstam Badasyan şer’k’arîya Ermenîstanêye dijî r’uşetxwerinê r’aber kirîye

Wezîrê Ermenîstsnêyî e’daletê R’ûstam Badasyan li p’ayt’extê Yektîya Mîrtîyên E’reba- Abû Dabîyê t’evî konfêransa Organîzeya Miletên  Yekbûîye konvênsîya dijî r’uşetxwerinê bûye.Wezîr gotîye,wekî piştî civîna h’evta, nava van herdu salên dawîda, Ermenîstan derbazbûna sîyasîêye berbi dêmokratîyaê mîyaser kirîye, bi t’aybetî nava derecên şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêye cuda-cudada. Ewî gotîye,wekî şuxulk’arîya h’ukumatêye nû p’êşk’êşî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê, qewînbûna qanûnê, çêkirina civaka qewîn kirine û serda zêde kirîye,wekî hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O18-a ji alîê sîstêmên navnt’ewîda çawa  yên heq, zelal û dêmokratîk hatine qîmetkirinê. Wezîr xebatên nava doranên şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê cuda kirine û himberî sala 2O17-a kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button