SerekeSîyasî

Koalîsîyona navnet’ewî wê hazirkirina pêşmerga sala 2O2O-da berdewamke

Koalîsîyona navnet’ewî, ya bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê wê sala 2O2O-î t’e’lîmkirinên pêşmerga berdewam bike.Ew koalîsîyon bi serk’arîya ŞAY-ye, nava k’îjanêda usa jî Almanîya, Brîtanîya Mezin, Nîdêr’land, Îtalîya wê t’e’lîmkirinên pêşmerga nava sala 2O2O-da berdewam bikin.Fermandarê merk’eza t’e’lîma Êsêrsîto Lêvoto e’lam kirîye,wekî t’e’lîmên leşkerî wê sala 2O2O-î berdewambin, bi wî meremî, ku h’emû qewatên pêşmerga bin fermandarîkêdabin.Şêwirmendê koalîsîyonê usa jî gotîye,wekî xebatên başqe tên derbazkirinê, ku p’areskerên pêşmergaye jina bidine qewîkirinê. Em bêjin,wekî koalîsîyona navnet’ewî ji sala 2O14-da nava doranên şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê pêşmerga didine t’e’lîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button