H’emû nûçe

K’omên cendirmên t’irkaye mexsûs opêrasîyona bi sirê li başûrê T’irk’îyayê mîyaser dikin

K’omên cendirmên t’irkaye mexsûs opêrasîyon li başûrê welêt destpê kirine.Ew opêrasîyon li bajar’ê Adanayê destpê bûye.Serwêrtîya qewatên t’irka e’lam dike,wekî opêrasîyon dijî têr’orêye.Nava me’lûmetîyên mayînda hatîye r’agîhandinê,wekî h’evt meriv hatine girtinê, yên ku nêzîkî PKK-ne.Em bîr bînin,wekî çend r’oj pêşda opêrasîyon li başûr-r’ohilatê T’irk’îyayê destpê bûn, li k’îderê h’îmlî k’urd dijîn.Girêdayî wê yekêr’a opozîsîyona t’irka kirinên Êrdog’an r’exne kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî opêrasîyona li Îdlîbê îdî encamên xirab bona T’irk’îyayê pêşda anîne, r’ûê çida p’êla mihaciraye mezin pêşda hatîye û bi deha leşkerên t’irk hatine kuştinê.Xêncî wê yekê eskerê t’irka usa jî dijî k’urdên Sûrîyayê opêrasîyona mîyaser dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button