H’emû nûçe

Gelo nexweşxanên Ermenîstanê çiqas nexweşên bi koronavîrûsê dikarin qebûlkin?

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’eqem r’aber kirine, ku goveka Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê bona belevbûna koronavîrûsê çi cûr’eyî xwe hazir kirîye.Wextê gotûbêjkirina pirsa e’lamkirina h’alê qeydeder, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li parlamêntê gotîye,wekî niha 4OO nexweşên bi koronavîrûsê li nexweşxana dikarin bên qebûlkirinê. Feqet hazirîya ji 8OO-î h’etanî h’ezar merivî dikarin li nexweşxana bên qebûlkirinê. Bi gotina wî xêncî nexweşxana Nork’êye înfêksîyon usa jî sê nexweşxanên başqe hene, yên ku dikarin nexweşên wî cûr’eyî qebûlkin. Ji wan nexweşxana yek jî dikare 15OO merivî li cem xwe qebûlke. Bi gotina serekwezîr cîyên başqe jî bona karantînê hatine hazirkirinê.Ewî gotîye,wekî niha 31O meriv karantînêdanin, lê dikarin dîsa 4OO-î jî qebûlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button