H’emû nûçe
R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîştîye 235-a
Li Ermenîstanê 41 nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda gotîye. “Îro li cem 41 meriva nexweşîya koronavîrûsê hatîye îzbatkirinê.Li fabrîkeke qeza Kotayk’ê û li fabrîka meh’ela Yêrêvanêye Êrêbûnîyê ew yek hatîye dîtinê.Ji 235 nexweşa li cem 26-a problêma p’işika heye, lê h’alê wan tê kontrolkirinê.Germa geleka t’une”,-P’aşînyan gotîye.