H’emû nûçe

R’ojnama “K’omara Ermenîstanê”: Cîhan derbasî êtapa cîwarbûnêye nû bûye

Ji aliyê gêopolîtîkayêda em derbasî êtapa nû dibin, cîhaneke nû saz dibe, lê gelo ewê piştî koronavîrûsê çawa bibe, bersiva vê pirsê dijware bidin. Serokê înstîtûta R’ojhilatzaniyê, akadêmîk R’ûbên Safrastyan, wextê qisa t’evî r’ojnama “K’omara Ermenîstanê” gotiye, wekî h’etanî r’oja îroyîn sîstêma navnet’ewî k’ar nedikir, lê îro jî ew t’u tiştî nake. Bi gotina wî, tiştek zelale, wekî vîrûsê ziyanê bighîne welatên navîn û biç’ûk, mecalên welatên mezin zêdene û ewê r’ih’et ji h’alê pêşdahatî derbik’evin. Derheqa krîzîsa Sûryayêda Safrastyan gotiye, wekî nava van qewilada ŞAY, Yekîtîya Avropayê, T’irk’îya, Sûrîya t’enê hiştine û ew yek ji alîkîva bona êkonomîka wê girane, lê ji alîkî mayînva jî bo wê mecal heye ku ew xwe ji koronavîrûsê bip’arêze. “Bo wê yekê jî li wan t’opraxên ku bin kontrola Eseddanin, tê bêjî nexweşî t’une. Çi ku derheqa dasekinandina êkonomîkayêdane, ez bêjim ku îdî beh’s hene ku welat tê dasekinandinê”,- Safrastyan gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button