H’emû nûçe

39 nexweşên nû zêde bûne

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê îdî gihîşte 329 merivî. Îro, 27-ê adarê, şebeqê seh’eta deha hatîye r’agîhandinê,wekî 39 nexweş dîsa zêde bûne.Derheqa wê yekêda merk’eza kontrola nexweşîya r’agîhandîye.Em bîr bînin,wekî h’etanî duh 29O nexweş li Ermenîstanê hebûn.Bi t’omerî hildayî hatîye îzbatkirinê,wekî piştî vê beh’sê r’eqema nexweşa gihîştîye 329 merivî.Nava encamên t’êstkirinêda 1625 meriv nexweş nîbûne, lê 311 meriv niha bin kontrola doxtirada tên qenckirinê.18 meriv qenc bûne, lê merivek wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button