SerekeSîyasî

Avîyasîya ŞAY kontrola têrîtorîya hewêye li bakûr- r’ohilatê Sûrîyayê derbaz kirîye

Gelek teyarên koalîsîyona navnet’ewî nava hewa li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê, nava doranên şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê kontrol derbaz kirine.Avîyasîya koalîsîyonê li alîyê Hesekê hatîye k’ifşê.Derheqa opêrasîyonên li ser e’rdêda înformasîyon t’unebûne.Em serda zêdekin,wekî koalîsîyona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê û k’urdên hevk’arên wane nava hêzên Sûrîya Dêmokratîkda bîrên neftê û gazêye li r’ohilatê ç’ema Firat kontrol dikin.Em bêjin, wextê ku serokê ŞAY Donald T’ramp qirar kir, ku eskerê ŞAY ji Sûrîyayê bidine derxistinê, beşeke van eskera bona p’arastina bîrên neftê hiştin.Xêncî wê yekê koalîsîyona navnet’ewî alî k’urda dike, ku dijî ç’ekdarên DAÎŞ-ye mayî opêrasîyona derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button