H’emû nûçe

Li Ermenîstanê h’ejmara nexweşa gihîşte 736 merivî

Li Ermenîstanê 73 nexweşên nû hatine îzbatkirinê.Derheqa wê yekêda malp’er’a merk’eza kontrolkirina nexweşîya daye dîyarkirinê.Anegorî h’esabên sisê nîsanê seh’eta 11-a h’ejmara t’omerî 736-e û bi t’omerî hildayî h’evt meriv wefat bûne. Niha 686 nexweş qenc dibin.Em bîr bînin,wekî li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê, yê ku 16-ê adarê destpê bûye û wê h’etanî 14-ê nîsanê berdewambe. H’etanî r’oja îroyîn 43 welatî îdî qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button