Girtiyên ku nakevine bin qanûna parlamênta Tirkîayêye tezerastkirî, ya girêdayî belavbûna koronavîrûsêra, şeva derbasbûyî serhildan li hebsa Batmanêye tîpa M destpê kiribûn. Girtiya du ode şewitandine. Piştî destpêkirina protestokirina, erebên ambulance, avtomaşînên agirtemirandinê û komên polîsyayêye mexsûs çûne hebsê û hebs dorpêç kirine. Wextê ku ew behs belav bû, malbetên girtiya jî çûne ber avayhê hebsê û hetanî şev li wir mane û hîvîya elametiya dewletêye fermî bûne. Li gorî elametiya teşkîleta mafên mêriv, 650 girtî cîguhartî hebsên başqe kirine. Agirê hebsêda temirandine, girtî jî bi gaza hêsiranînê hatine êrîşkirinê. Piştî temirandina agir, endamên malbetên girtiya, usa jî wekîlên Partîya Demokrasiya Gela û teşkîleta mafên mêriv cêribandine pê bihesin ku girtî birine kîderê û dew kirine ku doxtir girtiya control bikin.
Herwiha kontr’ol bike
Close