H’emû nûçe

Gelo koronavîrûs li ser cîha çiqas we’de dimînie?:p’êşekzan dibêjin

Koronavîrûs dikare li ser maska h’etanî h’evtêkê bimîne.Derheqa wê yekêda k’omeke p’êşekzanên ûnîvêrsîtêta Honkongê û amêrîkîye nexweşîyên înfêksîyon e’lam kirîye.Piştî lêk’olîna e’yan bûye, wekî koronavîrûs li ser cîhên cûr’e-cûr’e, bi we’dê cûr’e-cûr’e dimînin.Piştî cêr’ibandinên li laboratorîya, zelal bûye,wekî vîrûs dikare li ser k’axez ji sê seh’eta hinekî kêmtir bimîne, lê li ser dar û k’inca h’etanî r’ojekê dikare bimîne. Li ser şûşe û p’era jî r’oja çara vîrûs unda bûye. Li ser h’esin û plastîka ew ji çara h’etanî h’evt r’oja maye.P’êşekzana dane zelalkirinê,wekî mecalên malêye sanîtarîyê bona kuştina vîrûsê k’ardarin.Destşûştin û serç’e’vşûştin jî gerekê berdewambe, çimkî ew mecala kuştina vîrûsêye bi gumane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button