H’emû nûçeSereke

K’omkujîya Ermenî yan jî Xeza Mezin

Seroketîya osmanî ya t’irkên cahil ji sala 1915-1923-a cîşih’tandinên bi massayî li împêratorîya osmanî û usa jî li Ermenîstana R’ojavayê dijî binelîyên Ermenî destpê kir.K’omkujîya Ermenî bi çend êtapa hatîye mîyaserkirinê. Êtapa e’wlin bêsîlih’kirina ermenîya bû, cîşih’itandina ermenîyaye ji nêzîkî sînora û qet’ilkirina wan bû.T’eşkîldarên k’omkujîyêye h’îmlî, yên ji seroketîya t’irkên cahil T’alêat, Cemal û Ênvêr, usa jî Bih’addîn Şekir tên h’esabê.Li r’ex k’omkujîya Ermenî li împêratorîya osmanî usa jî qet’ilkirinên asorîya û yûnanên Pontosê tên mîyaserkirinê. Xebera “K’omkujî” R’afayêl Lêmkîn bona qet’ilkirinên ermenîyaye li împêratorîya Osmanî û yên cuhîyaye ji alîyê Almanîyayêda mîyaserkirî daye xebatê. Piştî Holok’ostê k’omkujîya Ermenî nava dîrokêda ya dudaye ku hatîye lêk’olînkirinê. Nava dêklarasîya 24-ê gulana sala 1915-da, Brîtanîya Mezin, Fransîyayê û R’ûsîyaê qet’ilkirinên ermenîya çawa “xirabk’arîya dijî merivatîyê” nav kirin. K’omkujîya Ermenî ji alîyê gelek welata û t’eşkîletada hatîye naskirinê. Bi r’esmî, cara e’wlin, sala 1965-a dewleta Ûrûgvayê k’omkujîya Ermenî nas kirîye. Qet’ilkirinên cime’ta ermenî bi r’esmî ji alîyê Fransîyayê, Bêlgîyayê, Şvêdîyayê, Latvîyayê, Qibrisê, Argêntîynayê, Kanadayê, Şvêysarîyayê, Slovakîyayê, Çîlîyê, Îtalîyayê, Nîdêr’landa, R’ûsîyayê, Yûnanistanê, Libnanê, Vênêsûyêlayê, Vatîkanê, Polonîyayê, Ûrûgvayê, Bolîvîyayê, Aûstrîyayê, Lyûk’sêmbûrgê, Brazîlîyayê, Paragvayêda hatîye r’exnekirinê û naskirinê. 24-ê nîsana sala 1965a, 5O-salîya k’omkujîyêda, li Yêrêvanê meşên mezin destpê bûn û r’ûê wê yekêda ji alîyê seroketîya Sovyêtêda qirara derheqa çêkirina heykelê bo bîranîna cangorîyên k’omkujîyê hate qebûlkirinê.Çêkirina heykel sala 1967-a ser hevda hat. Hersal 24-ê nîsanê bi h’ezara ermenî û miletên başqe diçine li ber vî heykelî û qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîyê digrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button