H’emû nûçe

T’irk r’ûê k’omkujîya Ermenîda dijî K’îm K’ardaşyanêne

Blogêrên t’or’ên t’irkaye sosîyalî bona nivîsara steyrka têlêvîzîyonêye amêrîkîye e’silê xweda ermenî, K’îm K’ardaşyan bona nivîsara înstagramêda dicêr’ibînin dijî wê gava biavêjin.Li r’ex şikilên derheqa k’omkujîyêda înformasîyayên kurt û konkrêt hatibûne cîwarkirinê. “Sala 1915-a, 24-ê nîsanê qet’ilkirinên ermenîya destpê bûn. Berê e’wlin r’ewşanbîrên ermenî hatine kuştinê, lê paşê t’irkên osmanî derbazî jina û zar’oka bûn.Meremê wan ew bû ku wana bir’çîbûnêda bihêlin, bişuhurînin û bikujin. H’etanî sala 1917-a îdî mîlîon nîvek ermenî hatibûne qet’ilkirinê”,-K’îm K’ardaşyanê nivîsîbû. Piştî vê yekê ji h’ezarî zêdetir blogêrên t’irka şikyatên xwe r’aberî admînîstrasîya înstagramê kirine, r’ûê çida t’or’a sosîyalî nivîsara K’ardaşyanê derxistîye û ew nava “r’asîzmêda” gunek’ar kirîye. Dijî K’ardaşyanê usa jî merivên T’irk’îyayêye e’yan bi şirovekirinên xwe derk’etine. Nava wandanin usa jî dengbêja t’irke e’yan Dêmêt Ak’alin û T’ûrgay Baydûrê artîst. Bin şikilê K’ardaşyanêda artîstê t’irk nivîsîye: “Ez ji T’irk’îyayême û bi wê yekêva fir’nax dibim”. Prêssa t’irkada hatibû belavkirinê,wekî r’ûp’elê K’ardaşyanê hak’êrên t’irka şikênandine, lê ew yek usa nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button