H’emû nûçe

P’aşînyan li p’areskerên Arsaxê qesidîye:pîrozbahîya boy leşkera:vîdêo

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr t’evî k’ulfeta xwe, Anna Hakobyanê li Arsaxê, bi r’êberîya serokê Araxêyî niha û yê t’ezebijartî li p’areskera qesidîye.Girêdayî cejina sêberar’a, P’aşînyan li t’abîyên p’arastinê qesidîye, nasîya xwe daye qewilên leşkeraye sosîyalî, xebatên înjênêrîyê.Li p’areskerekî ewî nasîya xwe daye xwerin, xurekên leşkera.Em bîr bînin,wekî girêdayî 75-salîy Alt’indarîyêr’a, 28-salîya azakirina Şûşîyê û damezirandina eskerê Arsaxêr’a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr t’evî k’ulfeta xwe çûbû li K’omara Arsaxê. Ew li wir r’astî serokê Arsaxê Bako Sahakyan hatîye û t’evî t’eşkîldarîyên p’êşk’êşî cejinê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button