H’emû nûçe
Hatîye dîyarkirinê wekî nava zivir’a eşîyada pêşk’eftina mezin heye

Komîtêya Ermenîstanêye dewletêye êkonomîkî r’agîhandîye,wekî sala 2O19-a k’ir’în-frotana ji Ermenîstanê der û hundur’, deranîn û anîna eşîya bi t’omerî pêş k’etîye. “Sala 2O19-a anîna eşîyaye li Ermenîstanê gihîştîye 2,661 mîlîyard diramê Ermenîstanê û ew yek himberî sala par bi 11 selefava bilindtire, lê deranîna eşîyayên ji Ermenîstanê gihîştîye 1,265 mîlîyard diramê Ermenîstanê û ew yek bi neh selefava himberî sala pêşîya wê zêdetire”,-nava e’lametîya belavkirîda hatîye gotinê.