H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 372 merivîva zêde bûye û gihîştîye 7774-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 372 merivîva zêde bûye û gihîştîye 7774 merivî. Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Niha 4377 meriv qenc dibin, 53 678 têst hatine kirinê, 3255 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 98 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, 14-ê gulanê li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê seh’eta 17-a berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button