H’emû nûçe

Hejmarên vîrûsê nîşanên qewînbûnêye sist didine k’ifşê:P’aşînyan

“Bêguman, em nikarin bêjin,wekî h’al qewîn bûye, lê nîşanên wê yekê hene.R’ojekê pêşda 428 nexweşên nû hebûn, lê bi saya ce’dandinên me qewînbûn bona sîstêma meye saxlemîxweykirinê dibe tiştê bûyînê.R’oj bi r’oj pirsa wan meriva, yên ku h’ewcê xistexwenêne, biç’ûk dibe.Heger em bikaribin vê yekê xweykin, emê pirsa hospîtalîzasîyakirinê bi t’emamî h’elkin û emê derbazî alt’kirina nexweşîyêbin, derbazî êtapa sifirbin”,-P’aşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî r’oja îroyîn p’ir’anîya binelîyên Ermenîstanê bi maska diger’in û qanûna xweyî dikin.” Feqet hela hê encamên ku em dixwezin, t’unene.Duh xebatk’arên polîsîyayê bona nexebitandina maska 18OO welatî cirm kirine. Meremê me cirmkirin nîne. Duh 775 meriv qenc bûne.Mixabin deh meriv wefat bûne û sê meriv jî ji nexweşîyên başqe wefat bûne”.- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button