Nava e’lameta derheqa hebûnêda Nîkol P’aşînyan û endamên malbeta wî gelo çi nivîsîne?

Nava malp’er’a komîsîya îzinnedayîna r’uşetxwerinê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr û endamên malbeta wî e’lameta derheqa hebûna xweda dane dîyarkirinê.Destpêka salêda avtomaşîna duruşma HYUNDAI, ya Nîkol P’aşînyan hebûye, ya ku bi çar mîlîon 55O-î h’ezar dirama hatîye frotanê û ew p’ere ji alîyê P’aşînyanda k’etine bankê. Nîkol P’aşînyan usa jî derheqa 79O h’ezar dirama û 18OO dolarîda nivîsîye. Nava sala 2O19-da mi’aşa serekwezîr nava salekêda gihîştîye 11 mîlîon 644 h’ezar diramî. Du mîlîon 4O6 h’ezar diram P’aşînyan ji hevaltîya xweye bi navê “Antarês”-ê stendîye. Ji endamên malbetê, malek ser navê kevanîya P’aşînyan, Anna Hakobyanê heye.Anna Hakobyanê derheqa sê avtomaşînada daye dîyarkirinê, yên duruşmên RENAULT, NISSAN, VAZ . Destpêka salê 523 dolar û 275 h’ezar diramê Anna Hakobyanê hebûne, lê dawîya salê 6O4 h’ezar û 183 dolar hebûne.Xêncî wê yekê h’ezar dolarê Anna Hakobyanê hebûne. Anna Hakobyanê ji hevaltîyên “Çapxana me” û “Destpêka sedsalê” h’evt mîlîon 672 h’ezar diram stendine. Li ser h’esabê keç’a P’aşînyane mezin, Marîam P’aşînyanêda dawîya salê 324 h’ezar diram hebûne.Nava t’emamîya salêda ewê du mîlîon 82 h’ezar diram çawa mi’aş ji hevaltîya “Dîcît’êyn”-ê stendîye.