H’emû nûçe

H’ukumat cûr’ê berk’kirina xweykirina qanûnên bêqezîyabûnê gotûbêj dike

H’ukumata Ermenîstanê wê yekê gotûbêj dike, ku nava civakêda mecalên çi cûr’eyî bide xebatê bona ku qanûnên bêqezîyabûnê bêne xweykirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Çi jî hebe, ewê bi mêt’oda admînîstratîv bê kirinê û h’etanî em vê qanûnê xweyî nekin, em nikrin vê pirsgirêkê alt’kin.Yan jî emê cûr’ekî mayîn alt’kin: k’î ku gerekê wefatbûya, wefatbe, bimînin ew, yên ku nexweşîyê hêsa derbazkin.Feqet gar’antîya t’u kesî t’une.R’oja îroyîn nava wan hejmarada merivê 42-salî jî wefat bûye”,- Nîkol P’aşînyan gotîye.Bi gotina serekwezîr, nava vî we’deyîda têberdan ewe, ku nikaribûne welatîya mecbûrkin, ku qanûnên bêqezîyabûnê xweykin. Serekwezîr gotîye,wekî hema destpêkêda şuxulk’arîyên şirovekirinê hatine mîyaserkirinê, bona ku meriv hêsa fe’m bikin.Feqet tiştên usa hê hene, wextê ku welatî bêyî maske diger’in û dîstansîya sosîyalî xweyî nakin. Bi gotina serekwezîr ew yek girînge, ku her welatîk h’alê pêşdahatî baş fe’m bike û h’emû qanûnên bêqezîyabûnê xweyke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button