SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê êrîşa li ser k’urdên kakeyî gunek’ar kirîye

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî êrîşa li ser gundên k’urdên kakeîye li Xaneqînê berk’ gunek’ar kirîye û gotîye,wekî ev yek tê h’esabê çawa mesela zêdebûna bêqezîyabûnê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî t’eşkîleta DAÎŞ-ê problêmên bêqezîyabûnê dane xebatê û ev êrîş mîyaser kirine.Nêç’îrvan Barzanî e’şaretî daye,wekî DAÎŞ êrîşên li Îraqê û li wan neh’îya, yên ku bin xala konstîtûsîyayêye 14-nin, dide zêdekirinê. Pêşda jî serokê Herêma K’urdistanê derheqa wê yekêda e’şaretî dabû û gotibû,wekî ew êrîş bona t’er’ibandina qewînbûnê û aşîtîyêne.Nêç’îrvan Barzanî daye dîyarkirinê,wekî pêwîste ku hêzên pêşmerga, usa jî yên îraqî û koalîsîyona navnet’ewî bi hevr’a dijî vê yekê şer’k’arîyê bikin. Me çawa pêşda dabû dîyarkirinê, şeva 13-ê h’ezîranê cîhadîstên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser gundên k’urdaye li Xaneqînê û h’evt meriv kuştine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button