H’emû nûçe

Li t’emamîya r’êgîyonê dikare t’evlîhevbûn pêşda bê û ew yek bibe me’nîya şer’ê h’emcîhanî:Babayan

Bêyî t’evbûna seroketîya Qerebag’êye t’evî şuxulk’arîya hevr’axeberdana, pêşk’eftin nikare hebe.R’êke başqe t’une, nenihêr’î wê yekê,wekî Adirbêcanê bi h’emû cûr’eyî bicêr’ibîne r’îya wê şuxulk’arîyê bide girtinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Qerebag’êyî alîyê pirsên der Davît’ Babayan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ev cûr’e yê t’ek-t’enêye, yê ku ji alîyê k’oma Mînskêda hatîye qebûlkirinê. “Heger şer’ê berfire destpêbe, wî çaxî t’enê Ermenîstan, Arsax û Adirbêcan wê navda nîbin. T’irk’îya jî dikare t’evî wêbe.Mesele, wextê şer’ê Arsaxêyî e’wlin k’oma t’irkaye têr’orîstîye “gurên gewir” t’evî şêr’ bûn.Xêncî wê yekê gênêralên ştaba T’irk’îyayêye sereke û ofîsêrên derecebilind t’ev bûn.Ew yek usa jî wextê şer’ê meha nîsanê qewimî.Ç’ekdarên ji T’irk’îyayê hatî barbarîyên cûr’e- cûr’e dikirin, serjêkirin û tiştên mayîn dikirin.Adirbêcan usa jî welatekî p’ir’milete û serk’arîya Adirbêcanê her dem miletên başqe dide li ser xeta pêşin. Lezgî, t’e’lîş, yên ku naxwezin dijî me şer’kin. li Adirbêcan sed h’ezar avar, 3OO h’ezar lezgî, 6OO h’ezar t’e’lîş hene.Li R’ûsîyayê, li ser sînorê t’evî Adirbêcnê, li Dag’istanê, ji 5OO h’ezarî zêdetir avar, 3OO h’ezar lezgî dijîn. Li Îranê, li neh’îyên li ser sînorê t’evî Adirbêcnê, du mîlîon nîv t’e’lîş dijîn. Ber ç’e’vaye, ku heger şer’ê berfire û we’dedirêj destîêbe, ew miletên kêmjimar wê bêne h’ukumkirinê û dikarin serhildanê çêkin, lê miletên wane li welatên cînar bên piştgirîya wan bikin û T’irk’îya û Îran jî wê t’evî wî şer’îbin.Li Gurcistanê jî p’evçûyînên ermenîya-azêrîya dikrin biqewimin.Bi vî cûr’eyî t’emamîya r’êgîyonê dik’eve nava şêr’ û ew yek dikare bibe me’nîya şer’ê h’emcîhanî.Em bêjin,wekî h’alê gêopolîtîkîêyî li t’emamîya dinîyayê jî t’evhebûîye”,-Davît’ Babayan gotîye û serda zêde kirîye,wekî qezîya heye û ew yek bona welatên mezin girînge bona ku li r’êgîyonê aşîtîyê bidine ç’areserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button