H’emû nûçeSereke

“Eva înformasîya pêk’enînêye ner’aste”: wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê înformasîyayên Adirbêcanêye belavkirî çawa yên ner’ast h’esab dike

Wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê înformasîya ner’ast belav kirîye, ku giva hêzên Adirbêcanê t’abîyên ermenîya, stansîya r’adîolokasîyon, tank û maşînên zirih’kirî şewitandine û ji 2O-î zêdetir leşkerên ermenî jî giva hatine kuştinê.Wextê qisa t’evî k’atiba wezîretêye prêssyaê, Şûşan Stêp’anyanê ev înformasîyayên Adirbêcanê çawa yên ner’ast h’esab kirine. “Înformasîya belavkirî ne anegorî r’astîyêye û eva înformasîya azêrîyîaye ner’aste bi sirêye.Ev înformasîya ner’aste û k’enê mêriv pêşda tîne”,- Stêp’anyanê gotîye. Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button