SerekeSîyasî

Nava pênc salên dawîda r’ûê bombebarandinên t’irkaye li K’urdistanê ,18O binelîyên e’dil hatine kuştinê û birîndarkirinê

Komîtêya Avropayêye e’şaretîdayîna zêrandina e’lam kirîye,wekî nava pênc salên dawîda, nava encamên bombebarandinên t’irkaye li K’urdistanê, ji 18O merivî zêdetir hatine kuştinê û birîndarkirinê. Nava r’aporta komîtêyêda hatîye gotinê, wekî ji t’ebaxa sala 2O15-da h’etanî niha r’ûê bombebarandinên teyarên t’irka, opêrasîyonên li ser e’rdê û derbên artîlêrîyayêda, 85 binelîyên e’dil hatine kuştinê. Nava r’aportêda hatîye dîyarkirinê,wekî nîveka sala 2O2O-ye e’wlinda 15 binelîyên sîvîl hatine kuştinê û 95 jî birîndar bûne. Komîtê usa jî bîr anîye,wekî ji sedî zêdetir gundên li ser sînorên herêmê vala bûne û zyana matêrîyalîye mezin gihîştîye wan. Komîtêya avropî dîtindara serbixweye û organa şêwira Avropayêye. Dik’evine nava wê komîtê p’êşezanên serbest, yên mînanî advokata, doxtira û p’êşezanên h’ebsa û polîsîyayê. Çawa hûn zanin, T’irk’îyayê dîsa opêrasîyon li K’urdistanê destpê kirîye, ya dijî PKK-ê û r’ûê wê yekêda zyaneke mezin gihîştîye wandera.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button