H’emû nûçe

Adirbêcan û T’irk’îya li Nexçêvanê wê t’e’lîmên leşkerî derbazkin

Ji 29-ê tîrmehêda destpêkirî h’etanî dehê t’ebaxê, t’e’lîmên azêrîya-t’irkaye t’evayî wê derbazbin, nava wanda usa jî li Nexçêvanê.Derheqa wê yekêda ajansa RÎA Novostîyê li ser h’îmê e’lametîya wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê r’agîhandîye. “Anegorî plana salê, wê t’e’lîmên azêrîya-t’irkaye berfire derbazbin, t’evî k’îjanê wê bibin artîlêrîya leşkerî, avîyasîya û leşkerên li ser e’rdê. Têxnîka leşkerîye cûr’e-cûr’e wê t’evî wan t’e’lîma bibin”,- ji qulixdarîya pirêssayê, ya wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê e’lam kirine.Anegorî plana wan, ji yekê h’etanî pêncê t’ebaxê, t’e’lîmên leşkerî wê li Bek’ûê, Nexçêvanê, Genceyê, K’yûrdamîrê û Yêvlaxê derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button