H’emû nûçe

Ermenîstanê bi teyara cuda dermana, dem û dezgên doxtirîyê û xurek bighîne Libnanê

H’ukumata Ermenîstanê bi destî wezîreta k’arên der û ofîsa wek’îlê k’arên Dîyasporayê her dem t’evî h’ukumata Libnanê û wek’îlên sîstêmên Dîyasporayê nava p’êwendîyadane bona ku alîk’aîyê bişîne Libnanê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê fêysbûkêda nivîsîye.Em bîr bînin,wekî P’aşînyanê serekwezîr îro bi têlêfonê t’evî serokê Libnanê Mîşêl Aûn qise kirîye û gotîye,wekî Ermenîstan hazire piştgirîyê bide Libnana dost û cime’ta wê.Em bêjin,wekî çarê t’ebaxê li îskela Bêyrût’ê t’eqîneke mezin qewimîye, r’ûê çida anegorî h’esabên dawî ji sedî zêdetir meriv wefat bûne, lê ji çar h’ezara zêdetir jî zyanê k’etine. Nava wefatbûyada şeş ermenî hene û sed jî birîndar bûne. Anegorî înformasîyayên pêşda stendî, ew t’eqîn r’ûê 27OO tonna sêlîtra li i’mbarên îskelêda bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button