H’emû nûçe

Li Ermenîstanê r’êjîma h’alê qeydeder wê dîsa bi mehekêva bê dirêjkirinê

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan e’lam kirîye,wekî r’êjîma h’alê qeydeder wê dîsa bi we’dê mehekê bê dirêjkirinê. Ewî gotîye,wekî cêrge qedexe wê bêne milahîmkirinê. “Bi t’aybetî wê pirsa hatina welatîyên dere li Ermenîstanê bê lênihêr’andinê, sînorkirinên deranîna eşîya, derbazkirina mîtînga, derbazkirina t’eşkîldarîyên civakî wê bêne lênihêr’ndinê.Usa jî pirsên welatîyên Ermenîstanêye ku diçine welatên başqe bona xebatê, wê bêne zelalkirinê”,-Avînyan gotîye.Cîgirê serekwezîr guman e’lam kirîye,wekî evê bibe dirêjkirina h’alê qeydedere dawî, qirara derheqa k’îjanêda wê 12-ê t’ebaxê bê qebûlkirinê. Peyî wê yekêr’a pirsa derheqa guhar’tinên nava qanûnên girêdayî h’alên qeydederr’a, wê r’aberî parlamêntê bikin. Çi ku derheqa sîstêma xwendinêdane, h’ukumat niha çend modêla gotûbêj dike, lê qirara dawî hela hê nehatîye qebûlkirinê. Em bêjin,wekî ji 16-ê adarêda li Ermenîstanê h’alê qeydeder hate e’lamkirinê û piştî her mehekê ew h’etanî niha hatibû dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button