H’emû nûçe

Çînistanê nava 15 salada bona li Ermenîstanê çêkirina “Bajar’ê aqil” ji deha h’etanî 15 mîlîyard dolara învêstîsîya bike

Çînistanê nava 15 salada bona li Ermenîstanê çêkirina “Bajar’ê aqil” ji deha h’etanî 15 mîlîyard dolara învêstîsîya bike.Qayîlnivîsara anegor şeşê t’ebaxê di navbera akadêmîya Çînistanêye zanistîya, korporasîyayên çînaye avayîçêkirinê, bankên Çînistanê û ji alîyê mayînda ajansa Ermenîstanêye pêşdaçûyînê û daçêkirinê hatîye morkirinê.”Bajar’ê aqil” cîyê jîyîna nisileta nûye, sîstêmên k’îjanê bi t’êk’nolocîyên nûva tên serk’arîkirinê, yên ku dereca jîyana binelîyaye here bilind didine ç’areserkirinê. Nêzîkî 15 h’ezar binelîyên li wî bajar’ê ermenîya-çîna, wê hevaltîyên t’evayî sazkin, yên ku wê bi nûbûnên ulmîva mijûlbin û t’êk’nolocîyên nû pêşda bibin. Xebatên pr’ojeya bajêr’ wê sala 2O21-ê destpêbin. Bername nava dorana pr’ojeya çînîye bi navê “Zonak û r’êyekê”-da tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button