H’emû nûçe
Ji 17-ê t’ebaxêda cîyê çandî-dîrokîye “Tîgranakêrt” wê careke mayîn derê xwe li ber tûrîsta veke
Ji 17-ê t’ebaxêda cîyê çandî-dîrokîye “Tîgranakêrt” wê careke mayîn derê xwe li ber tûrîsta veke. Derheqa wê yekêda k’ulfeta serekwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Tîgranakêrt li Arsaxê ji alîyê p’adişê ermenî Tîgranê Dudada hatîye h’îmdanînê. Ew cî li ser navê Tîgrane, k’îjan bi r’astî hatîye zelalkirinê, li k’îderê h’etanî r’oja îroyîn lêk’olîn tên derbazkirinê. Nava encamên lêk’olînada beşa sûrên bajêr’ hatine vekirinê. Li mûzêya arxêolocî hûnê beşeke tiştên ku hatine dîtinê, bibînin. Ez bi şabûn dibêjim,wekî ji 17-ê t’ebaxêda bona tûrîsta ev cî wê vekirîbe”,- Anna Hakobyanê nivîsîye û r’exda şikil r’aber kirine.