SerekeSîyasî

Komplêk’sa R’ûsîyayêye Pansîr-C-ê h’elîk’op’t’êra t’irkaye leşkerî xistîye

Nava hewa Îraqêda h’elîk’op’t’êra t’irkaye derbgîhandinê bi komplêk’sa R’ûsîyayêye r’okêtaye “Pansîr-C”-ê xistîye.H’elîk’op’t’êra t’irka bi neqanûnî derb digîhandine k’urdên Îraqî, yên ku li ser xerîtê, li bakûrê welêt dijîn. H’elîk’opt’êra t’irka k’etîye têrîtorîya Îraqêye hewê û piştî wê yekê, çawa ku alîyê t’irka caba e’şaretîya alîyê îraqîya nedaye, ji wê komplêk’sa r’okêta agir kirine, nava encamên k’îjanêda h’elîk’op’t’êra T’irk’îyayê hatîye lêxistinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî merivên h’elîk’op’t’êrêda hatine kuştinê, lê alîyê îraqîya hela hê t’u şirovekirin nedaye.Îraqê eşkere e’şaretî dabû T’irkîyayê ku wê mecalên xweye p’arastina hewê bide xebatê, ku heger sînorên welêt bêne t’er’ibandinê, çimkî Bexdayê îzin nedaye T’irk’îyayê ku ew li ser têrîtorîya wê opêrasîyona leşkerî derbazke.Wek’îlên k’urda sirîya xweda dane dîyarkirinê,wekî h’elîk’op’t’êra t’irka ji alîyê wanda hatîye lêxistinê, lê t’u me’lûmetîyên fermî û şe’detîyên wî cûr’eyî nehatine stendinê.Alîyê t’irka derheqa undakirina h’elîk’op’t’êra xweda şirove nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button