H’emû nûçe

Mnasakanan û Lavrov h’alê şuxulk’arîya e’dile dora pirsgirêka Qerebag’ê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan 26-ê t’ebaxê bi têlêfonê t’evî wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov qise kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Zohrab Mnasakanyan û Sêrgêy Lavrov h’alê piştî bûyarên şer’ên meha tîrmehê û nava vê h’emtêk’stêda h’alê dora şuxulk’arîya pirsgirêka Qerebag’êye e’dil, gotûbêj kirine. Mnasakanyanê wezîr derheqa girîngîya hevk’arîya ermenîya-r’ûsaye bona xweykirina bêqezîyabûn, aşîtîy û qewînbûna r’êgîyonêda daye dîyarkirinê.Wezîrên R’ûsîyayê û Ermenîstanêye k’arên der usa jî fikir dora r’ojeva heleqetîyên ermenîya-r’ûsaye t’ifaqdarîyêda p’ev guhar’tine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button