H’emû nûçe

Li Ermenîstanê krîzîsa sosîyalî t’une: serekwezîr r’eqem r’aber kirine

Jimarên statîstîkîyê nîşan didin, wekî li Ermenîstanê krîzîsa sosîyalî nebûye û tiştên usa t’unene. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li civîna h’ukumatê e’lam kir û r’eqemên konkrêt r’aber kirin.Serekwezîr e’wil t’exmîn kir, wekî nexweşîya koronavîrûsê zirareke sosîyalî û malhebûnîyêye mezin daye, û qîmetkirina zirarê gelekî girînge. “Bê guman nîşandayînên kêmbûna malhebûnîyê tên weşandinê. Li vir her gav pirsgirêka me heye, gerekê nîşanên r’ast hebin, r’ewşa sosîyalî li welêt çi cûr’eîye û ew bi çiqasîva xirav bûye.Hene r’eqem, k’îjan wê alî me bikin bizanibin, ku li welêt xirabîyên sosîalîye çi cûr’eyî bûne.”,- Nîkol P’aşînyan gotîye. Bi gotina Nîkol P’aşînyan, t’ebaxa sala par gelek meriv bona xebatê ji welêt der çûne, lê îsal neçûne, li Ermenîstanêne û tê t’exmînkirinê wekî ew bi alvêrêva mijûlin.Lê ji alîkî mayînva, bi gotina serekwezîr, îsal tûrîst ne li virin, k’îjana li Ermenîstanê diha gelek p’ere xerc dikirin, ne ku yên cî.”Xêncî wê yekê şano, mûzêyî naxebitin, hot’êlên Yêrêvanê valanin.Usane, ev r’eqem nîşan didin,wekî li Ermenîstanê krîzîsa sosîyalî t’unebûye, tiştê usa nebûye”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button