H’emû nûçe

T’ifaqdara R’ûsîyayê, hevalk’ara ŞAY:P’aşînyan alîyên sîyasîya der r’aber kirîye

Ermenîstan li Fêdêrasîya R’ûsîyayê çawa welatê t’ifaqdar tê qebûlkirinê.Derheqa wê yekêda, wextê civîna h’ukumatê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. “Duh ez pê h’esîyam, wekî sala 2O2O-î li R’ûsîyayê xebateke bi sernavê “T’ifaqdarên R’ûsîyayê” çap bûye, nava k’îjanêda qîmetekî bilind dane Ermenîstanê”,- serekwezîr gotîye.K’atibê encûmana bêqezîyabûnê Art’ûr Grîgoryan jî daye dîyarkirinê,wekî ew xebat ji alîyê merk’eza r’ûsîye lêk’olînên stratêcîda hatîye hazirkirinê. “Nava wê xebatêda bi hûrgilî derheqa p’êwendîyên t’ifaqdarîyêye di navbera R’ûsîyayê û welatên Endamên Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda hatine lêk’olînkirinê.Nava kontêk’sta p’êwendîyên t’evî R’ûsîyayê, dereceke gelekî bilind dane Ermenîstanê”,-Grîgoryan gotîye. Bi wê yekêva t’evayî P’aşînyan daye dîyarkirinê, wekî zûtirekê êtapa hevr’axeberdanaye duda t’evî Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî têr’a tê dîtinê.P’aşînyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî nava pirsa werguhastinên dêmokratîkda, Yektîya Avropayê hevalk’ara h’îmlîye. “Yektîya Avropayê, R’ûsîya, ŞAY bona me hevalk’arên girîngin û em p’êwendîyên xweye t’evî wana didine pêşxistinê”,-P’aşînyan gotîye.Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî p’êwendîyên Ermenîstanêye întênsîv usa jî t’evî welatên cînar Îranê û Gurcistanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button