H’emû nûçeSereke

R’ûyê êrîşa Adbirbêcanêda nava binelîyên e’dilda kuştî hene

27-ê îlonê, şebeqê zû, Adirbêcanê li ser t’emamîya dirêjaya sînorê Arsaxê êrîşa berfire destpê kirîye. Êrîşên ji hewê bi t’opa dighîje Stêp’anakêrtê. Niha nava binelîyên e’dilda jî zyan heye. Derheqa wê yekêda p’arêzerê mafên mêrivî li Arsaxê Artak Bêglaryan e’lam kirîye. P’arêzerê Arsaxêyî mafên mêriv p’êpeskirina normên mafê navnet’ewîyî hûmanîtarî gunek’ar dike.P’arêzer bangî civaka navnet’ewî dike, ku qîmetê anegor bidine kirinên Adirbêcanê, ew jî nava qewilên belavbûna nexweşîya koronavîrûsê, û mecal bêne xebitandinê, ku qezîya bona binelîyên Arsaxêye e’dil bê sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button