Sereke

Adirbêcan nava xiyalada derheqa açixîyada xeber dide û înformasîyayên fe’ş belav dike: wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der e’lametî belav kirîye girêdayî înformasîya seroketîya Adirbêcanêye fe’şr’a.
Nava e’lametîyêda h’îmlî hatîye gotinê:
“Agrêsîya Adirbêcanêye bi piştgirîya T’irk’îyayê û têr’orîstên bîyanî bi înformasîyayên fe’şva tê r’êberkirinê.Bi nekarebûna gihîştina açixîyaye li e’nîya şêr’, alîyê azêrîya ji alîkîva derheqa açixîyên nava xiyalada dibêje, lê ji alîkî mayînva jî înformasîyayên fe’ş belav dike, ku giva Ermenîstan derba dighîne gundên Adirbêcanê.Hema derheqa wê yekêdane usa jî înformasîyona fe’şe van axirîya. Meremê belavkirina înformasîyayên fe’ş û ner’ast ewe, ku Adirbêcan wan t’opbarandinên xweye berbi gund û bajar’ên Qerebag’ê vedişêre, r’ûê çida gelek binelîyên sîvîl hatine kuştinê û zyan gîhandine sîstêmên sîvîle sosîyalî. Bi belavkirina be’sên wî cûr’eîye derew, Adirbêcan usa jî bona wê yekê xwe hazir dike, ku sîyasîya xweye xirak’arîyê berdewamke û cêografîya şêr’ bide berfirekirinê.Her provokasîyake ji alîyê Adirbêcanêda, wê bersiva K’omara Ermenîstanê bistîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button