Sereke

Hetanî ku dew û doz li Qerebagêbe, ew yek neraste ku derheqa alîkarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda xeberdin: wezîreta Rûsîyayêye karên der

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Alêksandr Pankîn gotîye,wekî nava karê dew û doza Qerebagêda rast nîne ku derheqa piştgirîya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda bêjin.
“Dew û doz cîguhastî li ser têrîtorîya Ermenîstanê nebûye, ji Ermenîstanê berbirîbûna fermî tunebûye.Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv nava halê usada alî welatên endam dike, wextê ku agrêsîya eşkere heye.Niha gilî derheqa Qerebagêdane, ya ku ji alîyê Ermenîstanêda nehatîye naskirinê, çawa beşeke wê û tê bêjî wê ne jî bê naskirinê”,-Pankîn gotîye rojnemevana.
Diha pêşda hatibû elamkirinê,wekî heger opêrasîyonên leşkerî sertbin û ew cîguhastî li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêbin, Yêrêvan dikare berbirî Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button