Sereke

“Min eva nivîsîye”:Pûtîn têksta elametîya derheqa Qerebagêda careke mayîn nexwendîye /vîdêyo/

Hevaltîya têlêvîzîyonêye “Rossîya”-ê vîdêyoke êsklyûzîv raber kirîye, ya ku derheqa wê yekêdane, ku çawa pêşîya îmzekirina elametîya girêdayî pirsa Qerbagê ra, serokê Rûsîyayê dikeve oda xwe û bi vîdêokonfêransê ew dokûmênt tê îmzekirinê.
“Piştî çend deqa serokê Rûsîyayê wê bikeve oda xweye xebatêye li Novo-Ogaryovê. Li ber çeva tê kifşê, ku çawa hîvîyêne, wekî tiştekî girîng gerekê bibe, lê ew tê bêjî pêşda progiramkirî nîbûye û sehetekê yan du sehet pêşda zelal bûye, ku ew yek gerekê biqewime”,-Pavêl Zatûlînê miqaledar dibêje.
Feqet, bi gotina wî, ku konkrêt gerekê çi biqewimîya, hê tu kesî nizanibû. Bi hesabhildana tiştên cûre-cûre, meriv dikribû bihata ser hinek fikira.
“Alîkar hemû tiştî li ser fikira serok kontrol dikin”,-xudanê rêportajê dibêje.
Zûtirekê êkranêda serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv tê kifşê, lê paşê Vladîmîr Pûtîn.
Tiştekî ber çevaye,wextê ku pêşnîyar dikin ku serokê Rûsîyayê têkstê careke mayîn bixwîne, ew dibêje: “Na xêr, ezê çi bixwînim? Min ew bi xwe nivîsîye”.
Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan vîdêyoyêda nayê kifşê. Ewî elametî ji vîdêyokonfêranêsê der îmze kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button