Sereke

Vîdêoyên derheqa eblûkirina cinyaza, zêrandina dîla da, yên rast in: parêzerê mafên mêriv bersiva Adirbêcanê daye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan bersiva gunehkarkirinên alîyê azêrîya daye.Ewî elam kirîye,wekî vîdêoyên derheqa eblûkirina cinyazên leşkerên ermenî û zêrandinên nemerivatîye hindava dîlên ermenî da yên rast in.Ew bi cûrê şedetîyê li cem alîyê Ermenîstanê û Arsaxê ne û wana raberî oraganên navnetewîye anegor dikin.
Em bêjin,wekî mehkema Adirbêcanêye sereke elam kirîye wekî piranîya vîdêoyên ku hatine raberkirinê, kîjanada leşkerên azêrî cinyazên leşkerên ermenî eblû dikin û nêzîkbûnên nemerivatîye hindava dîlên ermenî yên qelp in.Hatîye dîyarkirinê ku îş hatine vekirinê û merivên gunehkar wê li ber cabdarîyê bisekinin.
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv usa jî elam dike wekî ew barbarî û nêzîkbûnên nemerivatî xirabkarîyên leşkerî ne.
“Ew kirin ne ku ji alîyê leşkerên cuda-cudada hatine kirinê, lê ew hemû tişt beşeke sîyasîya Adirbêcanêye teşkîlkirî ye, bo ku bi mêtodên têrorîstî paqijkirnên êtnîkî û komkujîyê mîyaser bikin”,-nava elametîya Tatoyanda hatîye gotinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew barbarî bona wê yekê hatine belavkirinê, bo ku zêrandinên pisîxolocî bighînine civaka ermenî, û nava civaka azêrîyada jî ew kirin çawa “mêrxasî” tên pesindayînê. Bi gotina Tatoyan, cabdarîya wê yekê ne ku dikeve li ser leşkerên cuda-cuda, lê dikeve ser seroketîya Adirbêcanê.
Em bêjin, wekî anegorî hesabên dawî, li Adirbêcanê ji 2O-î zêdetir dîlên ermenî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button