Sereke

Rojnamevanê kurd xelata Fransîyayêye rojnamevanîyêye here bilind stendîye

Rojnamevanê kurdî li Fransîyayê, yê ku van axirîya, wetxê xebata xweye li Qerebagê, wextê şerê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda birîndar bûye, xelata rojnamevanîyêye here bilinde li Fransîyayê, bona xebata xweye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, stendîye.Alan Kaval, xebatkarê rojnama fransîye Le Monde-ye, û ewî xelata ser navê Albêrt Londrês stendîye.Me çawa da dîyarkirinê, ew cotmeha sala 2O2O-î, wextê xebata xweye li Qerebagê, xedar birîndar bibû.Ew hê bi temamî qenc nebûye.Kaval usa jî li bajarên Dîyarbekirê, Cizîrê, Nisêbînê, Sîlvanê, Wanê, Silêmanîyê, Hewlêrê, Kirkûkê, Dihokê, Şengalê,Qamişloyê, Hesekê, Girê Sipî, Serê Kanîyê, Manbîcê û Reqayê xebitîye.Bona xebata li bakûr-rojihilatê Sûrîyayê, ewî xelateke bi nav û denge başqe jî, ya bona miqaledarê leşkerî û usa jî ya Wêst-Frans Jana Marînayê stendîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button