Sereke

Rojekê tirk, rojekê afgan, rojekê jî…

Adirbêcan û civaka azêrîya li ber problêma sazkirina heyîna civaka xwe sekinîne û hetanî roja îroyîn jî ew nehatine li ser wê fikirê, ku kal-bavên wan ji kîderê tên. Nava wê prosêsêda azêrî gelek cara kal û bavên xwe diguhêrin, dicêribînin dîrokê tevlîhev bikin û mîrasa çanda cînara xweva bidine girêdanê. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta arxêolocîyê û dîroka miletîyê Pavêl Avêtîsyan gotîye.
“Ew rojekê tirkin, rojekê afganin, rojekê jî peyîhatîyên Farizistanêne, rojekê jî… Her car ew dicêribînin dîroka cimetên cînar û usa jî mîrasa wane dîrokî-çandî xweva bidine girêdanê û bidine kifşê,wekî ew li wir hene”,-ewî gotîye.Arxêolog gelekî baş fem dike,wekî mîrasa Arsaxêye dîrokî-çandî, ya ku derbazî bin kontrola Adiriêcanê bûye, wê çawa bibe.Şikberîya wî tune,wekî ew dikare bi temamî bê tunekirinê, çimkî hiznekirina ermenîyaye li Adirêcanê awqasî kûre, wekî heger dewlet jî tiştî neke, lê rojekê azêrîkî “welathiz, milethiz” wê here û hemû tiştî wêran bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button