Sereke

Dêlêgasîya Îtalîyayêye bêqezîyabûnê çûye Mûsilê, bona ku seredana Papê Romayê bidine hazirkirinê

Nenihêrî wê yekê,wekî şikberî hindava seredana Papê Romayêye li Îraqê heye, wekî ewê bibe yan na, lê dêlêgasîya Îtalîyayê çûye Mûsilê, ku seredanê pêşda bidine hazirkirinê. Hîvîyêne wekî Papê Romayê wê usa jî li Hewlêrê, li Begdayê û provînsîya Nînêvîyayê biqeside. Bi texmîn seredan gerekê ji 5-a heya 8-ê adarê derbazbe. Kanîya înformasîyon ji Nînêvîyayê gotîye Basnews-ê wekî dêlêgasîya Îtalîyayêye bêqezîyabûnê li provînsîya Nînêvîyayê qesidîye, bona ku ji alîyê pirsa bêqezîyabûnêda seredanê bidine hazirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button