Sereke

Pirsa statûsa Qerebagê hê nehatîye qirarkirinê: Mêdvêdêv

Cîgirê katibê şêwira Rûsîyayêye bêqezîyabûnê Dmîtrî Mêdvêdêv elam kirîye wekî pirsa statûsa Qerebagê hê nehatîye qirarkirinê.
“Îro bona hemûya eyan e, wek pirsa statûsa Qerebagê bi rastî nehatîye biryarkirinê, feqet niha îzin tune wê yekê gotûbêj bikin, çimkî her gaveke gotûbêjkiinêye nava vê deştêda dikare hukum pêşda bîne”,- Mêdvêdêv gotîye û daye dîyarkirinê,wekî tabîyên alîyaye nava wê pirsêda ji hev cuda dibin, heya nava Ermenîstanêda jî gotûbêjkirin derbaz dibin. Mêdvêdêv bîr anîye,wekî Ermenîstanê jî serbestîya Qerebagê nas nekirîye û serda zêde kirîye: “Diha başe pirsa statûsê bidine paşdaêxistinê”. Dmîtrî Mêdvêdêv rola serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn nava pirsa Qerebagêda bilind qîmet kirîye.Ewî bi razîbûn gotîye,wekî niha êtapa dew û dozêye aktîv hatîye sekinandinê, hal edile û tiştê herî girîng ew e ku meriv wefat nabin û mecala pêşkeftinê heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button