Sereke

Vatîkanê progirama seredana papê Romayêye li Îraqê belav kirîye

Qulixdarîya prêssayê progorma seredana papê Romayê Fransîskose li Îraqê û Kurdistanê, ya ji 5-a heya 8-ê adarê belav kirîye. Seredana papê Romayêye li Îraqê gerekê şebeqa 5-ê adarê destpêbe. Ewê ji Romayê bê Begdayê.Pêşwazîkirina papê Romayê wê li sera Begdayêye serokatîyê derbazbe. Papê usa jî rastî serokatîyê û dîplomata bê. Roja înîyê papê Romayê rastî şuxulkarên ruhanî bê. Rojtira mayîn ewê here Necefê. Piştî denê nîvro ewê li Begdayêbe. 7-ê adarê ewê here Hewlêrê û ji wir wê here Mûsilê, li kîderê wê bona cangorîya dua bike. Dûra ewê here Qereqoşê û rastî wekîlên ruhanî bê. Piştî denê nîvro papê Romayê wê vegere Hewlêrê. Piştî Hewlêrê ewê dîsa here Begdayê û wê roja duşemê paşda vegere Romayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button