Sîyasî

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê rastî serekwezîr û spîkêrê parlamênta Îraqê hatîye

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê bi serkarîya cîgirê serekwezîrê Kurdistanê Qubad Telebanî, rastî serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî û spîkêrê parlamêntê Mehmed Al Xalbûsî hatîye.Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa byûcêya fêdêrale sala 2O21-ê, usa jî para byûcêya Kurdistanê hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa derbên rokêtaye berbi Hewlêrê çûye, nava encamên kîjnada merivek hatîye kuştinê û heyşt jî birîndar bûne.Dêlêgasîya hukumata Herêmê usa jî rastî spîkêrê parlamêntê Xalbûsî hatîye bona hevraxeberdanên girêdayî pirsên byûcêyêra, çimkî Hewlêr û Begda wê pirsêra negihîştine hevraqayîlbûnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button