Sereke
Vagarşak Harûtyûnyan: beşeke baza rûsîye leşkerîye li Ermenîstanê dikarin cîguhastî Rojhilata welêt bikin
Yêrêvan û Moskva pirsa derheqa careke mayîn cîhwarkirina baza rûsîye li Ermenîstanê gotûbêj dikin. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî RÎA Novostîyê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Varşak Harûtyûnyan gotîye.
“Diqewime wê diha rastbe derheqa wê yekêda xeberdin, wekî beşke baza rûsîye li Ermenîstanê li beşa welête Rojhilatê cîhwarkin”,- wezîr gotîye. Xêncî wê yekê, bi gotina wî, li ser sînorxweykira xebatên zêde hatine paravekirinê. Vagarşak Harûtyûnyan gotîye, wekî sînorxweykirên rûs niha usa jî bêqezîyabûn û parastina sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê çareser dikin.