Sîyasî

Ermenîstan hewaskare ku ji Rûsîyayê sîlihên bona teyarên SÛ-3OO SM û yên mayîn bistîne:Paşînyan

Xwestina Ermenîstanê heye ku tevî Rûsîyayê hevkarîya berfireh û leşkerî-têknîkîye wededirêj hebe. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî “Întêrfaks”-ê Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye.
“Meremê Ermenîstanê heye tevî Rûsîyayê hevkarîya leşkerî-têknîkîye wededirêj mîyaserke û ew yek anegorî berjewandîyên herdu welataye”,-Paşînyan gotîye. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî li ser têrîtorîya Ermenîstanê pareskerên tevayî, yên ermenîya-rûsa û usa jî sîstêma eksîhewêye tevayî hatine sazkirinê û herdu welat jî nava teşkîla Organîzeya Peyman Bêqezîyabûna Kolêktîvdanin û bo wê yekê jî Ermenîstan hewaskare ku ji Rûsîyayê sîlihên anegor bistîne. Bi fikira wî, Yêrêvan hewaskare ku stendina sîliha hema bi wî cûreyî bê mîyaserkirinê, çi ku bona eskerên Rûsîyayê tê stendinê. Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo têra tê dîtinê sîlihên bona teyarên SÛ-3OSM-a û sîlihên rûsîye mayîn bêne stendinê, serekwezîr gotîye:”Belê, çimkî ew teyare yê wedê nihaye pirfûnksîyonalin û destanîna wan anegorî peymanên dualî têra hatîye dîtinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button