Sereke

Gelo wê vaksînayên AstraZeneca û Sputnik V bidine kê?

Nava xebitandina vaksîna AstraZeneca hinek guhartin hatine kirinê. Bona ku ji wan dijwarîya dûr bimînin, ew yek usa jî li Ermenîstanê hatîye hesabhildanê. Derheqa wê yekêda wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.Bona kêmkirina rîskên şuxulkarîya xebitandina vaksînayêye nava komên rîskêda, têra hatîye dîtinê vaksîna AstraZeneca nava van komada bidine xebatê:
. Bidine merivên 65 salî û ji 65 salî bilindtir
. Xebatkarên doxtirîyêye 55 salî û ji wî yaşî bilindtir
. Nexweşên kronîke ji 55 salî destpêkirî û ji wî yaşî bilindtir
. Binelîyên merkezên xweykirina sosîyalî û xebatkarên wir ji 55 salî destpêkirî û ji wî yaşî bilindtir
Vaksîna Sputnik V têra hatîye dîtinê nava van komên rîskêda bidine xebatê:
. Xebatkarên doxtirîyêye ji 18-a hetanî 54 salî
. Nexweşên kronîke ji 18-a hetanî 54 salî
. Binelîyên merkezên xweykirina sosîyalî û xebatkraên li wir ji 18-a hetanî 54 salî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button