Sereke

Serokê Adirbêcanê dicêribîne şuxulkarîyê bide teribandinê: Paşînyan bersiva Elîyêv daye

Elametîyên serokê Adirbêcanê dijî hev derdikevin, lê ew gerekê layîqî hukumê anegorbin.Derheqa wê yekêda, wextê şêwirdarîya li avayê serokatîya qeza Syûnîkê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye, û bersiva elametîyên Elîyêv daye.
“Ew elametî dijî hev derdikevin. Ji alîkîva serokatîya Adirbêcanê elam dike, ku dewekarîyên wêye têrîtorîyal hindava Ermenîstanêda tunene, lê ji alîkî mayînva jî elam dike, wekî wê bi qewatê sivdera Zangêzûrê bidine vekirin”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî wezîreta Adirbêcnêye karên der mecbûr bûye elametîya Elîyêv înkarke û serda zêde kirîye, ku gilî derheqa axa Ermenîstanêda tunebûye.
“Lê belê, qîmetkirina min ewe, wekî ew elametî yên provokasyîonin û ew gerekê layîqî guhdarîya cuda, bersiv û hukumê anegor bibin, nava wanda usa jî ji alîyê wekîltîyên meye dîplomatîye li welatên derda”,-ewî gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava elametîya 9-ê mijdarêye sêalîda xeberên Zangêzûrê, Syûnîk, ne jî sivder tunene, bi gotina wî, gilî derheqa vekirina komûnîkasîyayên herêmêdane.
“Heger Adirbêcan derheqa sivdera Zangêzûrêda dibêje, wî çaxî Ermenîstan dikare derheqa sivdera Nexçêvanêda, sivdera Adirbêcanêye bakûrda bêje. Anegorî pevketinê û dokûmêntên nivîsar, ew dikare tenê “sivdera” usa bistîne, çawa ku Ermenîstan nava axa Adirbêcanêda bistîne”,-Paşînyan gotîye. Bi fikira wî, serokê Adirbêcanê bi wan elametîya dicêribîne şuxulkarîyê bide teribandinê, ji pevketina paşda bisekine, halê li herêmê bide sertkirinê û sîyasîya dorgirtina Ermenîstanê berdewamke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button