Sereke

Baydên hazir dibe komkujîya Ermenî naske

Hîvîyêne, wekî serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên wê komkujîya ermenîye ji alîyê împêratorîya Osmanîda mîyaserkirî naske. Derheqa wê yekêda ajansa Roytêrsê ragîhandîye.
“Bi çiqasîva ez fem dikim, Baydên qirar kirîye û wê roja yekşemê nava elametîya xweda wê xebera “komkujî” bide xebatê, çawa beşeke elametîya 24-ê nîsanê, dema ku li temamîya dinîyayê teşkîldarîyên pêşkêşî bîranîna komkujîyê tên derbazkirinê”,-kanîya înformasyîon nivîsîye. Feqet ew usa jî eşaretîyê dide, wekî bi hesabhildana girîngîya tevgirêdnên dualîye tevî Tirkîyayê, Baydên dikare deqa xilazîyê wê têrmînê nede xebatê.
Roja çarşemê berdevka Qesira Sipî Cên Psakîyê gotîye rojnamevana, wekî Qesira Sipî wê roja şemîyê bi texmîn “diha zêde bêje”, lê ewê nexwestîye bi hûrgilî şiroveke.
Salekê pêşda kandîdatê serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên komkujîya mîlîon nîvek ermenî bîr anîbû û elam kiribû, wekî wê piştgirîyê bide cedandinên bona naskirina komkujîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button