Sereke

Ermenîstanê bikaribe wextê hilbijartina wê dereca bilind xweyke, ya ku sala 2O18-a hebû: Lîn Trêysî

Nava sê salên dawîda, Ermenîstan û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava gelek govekên girîngda hevkarî kirine, nava govekên werguhastinada gihîştine pêşkeftinê, bi taybetî nava goveka dijî ruşetxwerinê, dora kîjanê em tevayî xebitîne.Em usa jî tevî Ermenîstanê bona piştgirîya bernama polîsîyayê dixebitin. Derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê gotîye. Bi gotina baylozê, evana ew înstîtûtin, li ser kîjana dêmokratîya hatîye hîmdanînê.
“Bi fikira min, bona her dêmokrasîkê pêwîste qewînkirina înstîtûta berdewam bikin.Ez razîme ku çawa Ermenîstan nava mehên piştî şêr pêşda çûye û nava wê yekêda ez hêvîdarîke mezin dibînim.
Emê bi guhdarî dîna xwe bidine şuxulkarîya hilbijartina. ŞAY wê piştgirîya têknîkî bide komîsîya hilbijartina. Em hêvîdarin, wekî wextê hilbijartina Ermenîstanê bikaribe wê dereca bilind xweyke, ya ku sala 2O18-a hebû”,-baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button